Parlamenterê Îranî: Pêvajoya muzakereyê ji xeynî xapandinê ne tiştekî din e

Mahmûd Nabavianê parlamenterê Îranî ku beşdarî hevdîtinên Waşîngton-Tehranê bûbû, diyar kir ku ev pêvajo "xapandin" e û got, Dijmin amadehiya operasyoneke nû ya leşkerî dike. Nabavian destnîşan kir ku heke êrişek pêk bê, dê bi tundî bersiv bidin.

Endamê Parlamentoya Îranê Mahmûd Nabavian ê ku beşdarî hevdîtinên dawî yên di navbera Waşîngton û Tehranê de li Îslamabadê hatibûn kirin bûbû, derbarê dibetiya "destpêkirina operasyoneke leşkerî ya nû" ya li dijî Îranê hişyarî da.

Nabavian li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: Bi hinceta dorpêça deryayî ya Îranê, ketina alavên dijmin bo herêmê, ji xeynî xapandinekê wekî pêvajoya muzakereyê û îdîaya bidawîbûna şer ne tiştekî din e. Tê fêmkirin ku dijmin hewl dide careke din operasyonên leşkerî bide destpêkirin.

Nabavian di parvekirineke din de dîmenê screenshotê a parvekirina Serokê DYA’yê Donald Trump a li ser platforma Truth Social parve kir; Trump di wê peyama xwe de gef xwaribû ku dê her santraleke enerjiyê û her pireke li Îranê hilweşînin.

Parlamenterê Îranî diyar kir ku Trump careke din gotinên pûç û vala kiriye û gef li gelê Îranê xwariye. Nabavian di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev îfade bi kar anîn: Vê yekê bizanibin; heke êrişek li dijî miletê Îranê pêk bê, em ê hemû berjewendiyên aborî û binesaziyên Amerîka, enerjiya herêmî û rejîma Siyonîst hilweşînin.